Zanyaro!
germerojeke evînê bû xwudêdayîna te
meh avrêl bû
brûsk heftrengî diçirisîn
baranê mîna çîrokeke kevinok xwe nû dikir
balîndeya govendeke çarê nîsanê gîrê dida
xweza li benda parêzvanekê xwe bû
civak li benda şoreşvanekê…
Xwedê delîlê bêdelîlan bû
te got ez hatim, bi hatineke diljenî
dayîka Üveyş bi te kenî
dîsa jî te qirêjahî li Kurdistanê renî
û rêxistineke zîz û ezîz bi ramanên xwe ve henî
hêj di zarokatiya te de
meleyan jî digot
tu bi van hest û hizran dê bifirî
loma pêngavên te
mîna teyrên baz dinikulîn
şaristan dengê te dihinirîn
û diravperest dikuzirîn
zanyaro!
piştî girtina te bû
mirina Narinca Elî
nizanim
bi hesreta nedîtina te
gora çendê dihat kolan
êdî şevan balgeha xema ratêxistine ber banokan
nîvco diteyisîn piştî te stêrk
keservaniyek dadiriştin kulîlkên biharan
min ji qaz û qulingan re
min ji heyetên sulh û mesulhetê re got;
ka çavê min li vê keştiyê bikin
hûn bi dilovaniya dildaran kin
hûn bi serê pêxemberan kin
hûn xedrê li min nekin
guhên min li bagera sipêdê bikin
dilê min hubra pênûsê reş kin
Rom bêbav e hûn jî dizanin...
hûn li me negirin vê babetê
ew xweşmêre, yê ku me şîyar dike
ji vê êşa sekeratê…
zanyaro!
dê bila ez bilbilek bama
li ser hesinên paceya te
belko wê demê
min bi dengê xwe ve kena te
ya eşqperest bidîta
belko wê demê
xezaleke kûvî di dilê min de çargav biba
belko wê demê dîn bi îmanê ve hatiba şûştin
keştiyeke Nuh li me peyda biba
û xwe li çiyayê Kurdistanê dadaba
belko wê demê bahoz ji demsalan veqetyaban
û gotarên te li cîhanê gêrandiban
belko wê demê
dar li ser binê xwe bihejyaban
û bêhna nêrgîzên Zagrosê daweşyaban
Zanyaro!
min xwe bi ilma te têr kir
min sond û ehda dozan jiber kir
min xwe kire şoreşger
ji bajarê te kir
bîryara te cuda ye
çavên te ne hevalê çu çava ye
birûyên te mirov dibêje teraşên gulbeyara ye
çûçik ser dixwînin mîna sala ye
pirça te spî ye
mirov dibêje befir baryaye
zanyaro!
sipêde û sihar e
şewqa tavê daye ser zinar e
welah eger tu hebî
pel heft rih in, ji gilûgiyayan re cejn e
sewal dibên bihar e
ku tu nebî mêrxwazo
kes nizane ev çi hale
tobe nake bêbextî
dest û pê sist in
dujmin li me har e
zanyaro!
ev dengê Hedbanê Dewrêşê Evdî ye
tê li ber min
ez ê bibim keştî
tu û Dewrêş
pêngav bi pêngav bidin ser min
behsa xwaz û daxwazên xwe bikin lidev min
behsa evîna rasteqîn bikin ligel min…
xwazî min doşeka mêrxwazan
di heman teşîyê de birista
xwazî min bi dara mirazê ve
hêskek mezin daxista
min ji stêrkên heyvê re
şûrê tolhildanê bixwazta
û min bizaniya xwezaperestiya Zend Avesta
xwazî Dewrêş bihata
û li ber min rawesta
xwazî min rizgariya Şengalê
bi merasîmekê, ku paqrewan jî di nav de
bidaba desta…
zanyaro!
raz û nîyazên te li Kobanê bi nexş e
ez dê bêjim ustad û nicaran
da çêbikin kêl û ferş e
ez dê ji oldaran bipirsim
bila bînin dengê ji herî dengan bi xweş e
bila rakin stûnê bîyê
stûnên ji hemû stûnên din mezin û reş e
bila ji wan şehîdan re bêjin
bangê bi dengê Bîlalê Hebeş e
ez dê gazî Şêx Hadî kim
bila vebêje Mishefa Reş e
bila bizanibin
ev paqrewantîye bi hewl û helwesta te dimeşe
Kayıt Tarihi : 14.10.2023 22:30:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!