Yekbûn Şiiri - Kazım Özdemır

Kazım Özdemır
68

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Yekbûn

Berf e, baran e, tofan e, bay e, bager e, baxoz e,
Teklîhevî ye, yekîtî nîne, ev ji me ra ne tu doze
Li ser nixteyên şirîkatîyê bi hev ra bin, ev bi tenê pîroz e.
Tim yek bin, wek xwuşk û bira bin, soz ev soz e.

Gel, bû ye wek mirîd li dû şêx, axa, sekreter û serokan
Di nav mêjûyan da hêlînan xwe çêkirinê pîrpîrokan
Çareserî dixwazin ji niviştên şêxan, xewên şefan û falên pîrhevokan.
' Em yek bin', 'Doza me yek e', ji hev ra rast bin, tim bêjin van hevokan

Dev berdin ji xewnên xeyal, falan, qaxiz û niviştên şêxan
Xwe azad kin ji bin fewrmanên serdestan. beg û axan
Guh nedin gotinên ne qenc ên sekreter û serokan
Yek bin, zana bin, nêzî hev bin wek keç û kurê mêran

Neyar jî di ser da tê wek cinawir, wek gurê dev bixwînê har
Girtî ye ser welat, şêx û axa jî ji xwe ra kirî ye dost û yar
Dijminan welat talan kirin e, gelek pirin, lê li ber çavan jî çar.
Destên hev bigrin, êdî kes bila ne bêj e xwezî bi par

Bila partîyên me hebin, ev dewlemendîya raman û fikrê ye
Li dij hev-du dernekevin, ev ne tiştek qencê bi rê ye
Heker em dev ji dijmın berdin û bi pêsîra hev bigrin
Ev ne şolê xwuşk û bira ye, ji yekitiyê jî êdî derê ye.

Ti kes, ti parti bi tenê nikare welat û gel azad ke
Bila kes xwe û gel jî nexapîne, zirta û fortan ne ke
Nebêjin ev şûr e, ev tîr e, ev kevan e, ev sîlehe, ev çeke.
Bi tenê yekîtî û yekbûn dikare ji me ra azadîyê qenc çêke

Elmanya, 03.07.2007 / 22.22

Kazım Özdemır
Kayıt Tarihi : 3.7.2007 23:32:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Hikayesi:


Yekîtî, miletek dikare ji nav her zorî û her pirsgirêkan derîn e. Gelê ku dijminê hev be û wekî kewan kokê hev biqelîn e, ew gel tê tim û her tim di bin koletîya bîyanîyan da be, nikare xwe azad ke, di nava azadîyê da jîyana xwe bi domîne. Ev helbest ji bi dilînek yekbûn û yekîtîyê hatîyê zimên û nivisandin.

Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Kazım Özdemır