Her seherê şîyar dibim bi ramusana
Dest diavêjim rojê û berjêr dikim
Jîyana minde veşartîne demsal
Xewnên minre bune heval şevên tarî
Gewdê min de hilnayê
Evîna bukê dest hine
Dibe sê şitil...
Yek ez, yek tu û yek jî evîn
Pencera minde sîya te
Dilê minde evîna te xuya kir
Tarîtîya şevande xeyalên heftreng
Perde rabun navbera du dila
Hat xuyakirin
Bexçeyên dilê minde
Dibe sê kulîlk...
Yek ez, yek tu û yek jî evîn
Xanîyê hatîye terikandin
Navda ma bîranînê min û te
Bi hev şabuna xewn û xeyalên bê sedem
Hêvîyên bune hechecok
Xwêdan a bedena min
Bu wek barana Nîsan ê
Dibe sê heb keskesor...
Yek ez, yek tu û yek jî evîn
Weke çemekî herikî jîyana bê deng
Bêhna şevê tê guhartin
Dilerize bêhna hevîyên evîndara
Difire bilindahîyê bê agahî bafirok
Bi kenê ruyên nav keseran de
Diçire gotinên liser lêvan
Dibe sê peyvik...
Yek ez, yek tu û yek jî evîn
22.02.2014
Ehmed
Kayıt Tarihi : 23.2.2014 08:38:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Ahmet Baygümüş](https://www.antoloji.com/i/siir/2014/02/23/yek-ez-yek-tu-u-yek-ji-evin.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!