Yê Bi Ax û Nalan Ezim Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
121

ŞİİR


3

TAKİPÇİ

Yê Bi Ax û Nalan Ezim

Ji ber tîrên wan awiran
Yê bi êş û kulan ezim
Li ber destên wan gawiran
Yê bi ax û nalan ezim

Dil sotî, li min qelandî
Hinavan li min helandî
Wê xweşî li min palandî
Yê bi ax û nalan ezim

Dîlbera bistik zerîyê
Kulîlka li nav zevîyê
Bi kêfa bûk û horîyê
Yê bi ax û nalan ezim

Ew li dîlan û govendê
Çav her daîmî li bendê
Girtiyê li nav çar bendê
Yê bi ax û nalan ezim

Dil carek xweşî nabînê
Her tim ax û fîxan tînê
Ji ber agirê evînê
Yê bi ax û nalan ezim.

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 2.12.2025 12:36:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!