Serdilka min xewn, xeyale
Bingeha cîhana mine
Şeva min re tavehîve
Ew canika dilê mine
Xwe şêrîne xwe bedewe
Ew yar e û yara mine
Porê wê badank, badank e
Ew agirê dilê mine
Dil bengîn û pir xemgîn e
Evîna dilê min kûre
Rê û dirbê mi nixumîn
Ez çi bikim yar pir dûre
Bi her dem yar devbikene
Biskên yarê jî pir reşin
Xalên dêmê lib û libin
Ser lêvên wê de diweşin
Ew yara min gul, havîne
Ew qirîna bêdengî ye
Ew xemla welatê mine
Ew evîn û dildarî ye
Mehmet Çobanoğlu
18.04.2021
Stenbol
Kayıt Tarihi : 19.4.2021 22:48:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!