Bi sala ne ji bo kar dikim
Di hisreta te da ax û zar dikim
Derketim ser çîyayên bilind, gazî yar dikim
Didim nadim ji destê neyar nikarim te azad bikim
Tu evîndara min, yara ber dilê minî
N,karim dev ji te berdim, kul û kesera minî
Jîyana min. evîna min, dost û gula mala minî
Nizanim ji bo te çi çêkim, çewa te xilaz bikim
Derdê herkes şan, şoret, serwet, mal û milk in
Naxwazim van, tê bê te, ev ji min ra çi bikin?
Ji bo bigihîjin te, em kar û xebat dikin
Ez bi mirazê xwe şa nebim gelo ezê çi bikim?
Tu canî, ruhî, dostî, yarî, evîndarî
Ji min ra malî, milkî, sewet û serdarî
Tu ne azadî, li ber destê neyarên zordarî
Ji bo bigihîjim te ey yar gelo ez çi çêkim
Emden/ Elmanya 10.07.2007
Kazim ÖzdemirKayıt Tarihi : 3.7.2011 14:02:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!