Yara min Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2544

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Yara min

Evîna dilê min pir xweş e,
Bi gul, gulistanên xwe geş e.
Ew yara min û canê min e,
Hem dilovan e hem jî aram e!

Ev yara min a xweşik welat e!
Ji Cizîra Botan hetanî Serhêd e.
Çiqasî xweşik, çiqasî şirîn e,
Mêrdîn, Xozat û Çewlig e.

Yara min her tim li ba min e,
Bi Qaqizman e û bi Şewan e.
Di xewna min de jî li ba min e,
Ew roja ji bo welatê min e.

Yara min gula dilê min e,
Bilbila nav baxên min e!
Farqîn û Pasûr bi Pîran e,
Bi bajarên xwe welatê min e.

Evîn evîn, yar tu evîna min î,
Mutkî, Xîzan, Xêlata min î.
Tu gulgulî yî, tu kulîlka me;
Tu yî dil û yar, tu canê min î

Evîna min azadî û jiyan e!
Dil tenik e bi kew, kevok e,
Û quling e, war bi war digere,
Bi xwe wek hespê rehwan e.

Ew yara min e û ew evîn e,
Ew gotinên helbestên min e.
Ew gilî û pirsgirêka min e,
Serbestî û Kurdistana min e! !

03.01.2009
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 3.1.2009 23:34:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu