Yar Şilî ye Ez ji Axim

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Yar Şilî ye Ez ji Axim

YAR ŞİLÎ YE EZ JÎ AXİM

Bi rojane min dûmane
Berf û baran, zivistane
Barê giran min re maye
Dilê min pir perîşane

Bi salane roj min reşe
Ji çiqilan gul diweşe
Xemgînîya bilbilane
Dilê min de xem û êşe

Delala min wek gulane
Wek tîrêja stêrkane
Ji bo welat û bo yarê
Ez bengînîm bi salane

Ez gulê re war û baxim
Yâr şilî ye ez jî axim
Welat jî bo min evîne
Ez welat re vê dilê raxim

Dem min re derd û mehşere
Ji bo yâr dil jî pir kesere
Ez nadim te, war û welat
Lo derdo bicehme here

Mehmet Çobanoglu
27.12. 2019
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 28.12.2019 23:54:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu