YAR
Îşev were yar ez ê ji te re Turikê çîrokan ê li pişta xwe vekim
Rê û şîvela ji te re bibêjim
Were min bibîne
Ez bûm gorek were serî li min bide
Ez ê ji te re bibêjim
Te divêm
Dîtina te
Dilxweşiya te Ez dimînim li benda te zû bike
Roj ji her demê lêztir e
Dikim û nakim nikarim te bibînim
Jiyanek bê te
Mirîn divêm Windabûn
Parsekî
Îşkence û lêdan divêm
Li vê cîhanê tenê hezkirina te divêm Tenê hezkirina te Li kolan Li bajar
Li taxan û kuçeyan li te digerim Li xofa dil xumxume bûme Cemede naherike
Dilê min bê te kaniya çikiyayî ye Dara bê pel e Çemê bêmasî ye
40
Gola bêwêrdek e
Sûka bêmirov e
Şeva bêstêrk e Newala bêav e Ka tu îşev were yar
Ez îşev li benda te me
Kayıt Tarihi : 4.3.2023 23:39:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!