Hîn ne erd bu ne ezman bu
Hîn ne behr bu ne ümyan bu
Hîn ne ga bu ne masî bu
Nura wî li cem Cenabu Zül Celal ebedî bu
Reîsê cem-ê enbîyane
Ji her derdîra dermane
Yazarê çar kîtabane
Rihu canêmin bi qurbane
Ez göhü nadim zalimane
Ji minra dînu îmane
Hîn nehatibu waxta dewru xane
Min dîbu li la mekane
Ew sultanê enbîyan gîyane
Her derdîra ew dermane
Hem hekîmu hem loqmane
Ya Muhammed canêmin feda
Reîsê cem-ê enbîyane
Sahîbê sirra Qur-an’e
Hem li erdê hem li erşane
Kesek bi sirra wî nizane
Hanî edebu dîn îmane
Zalim dibêjin hema nizanin
Ne îşu karê wanin
Ya Muhammed canêmin feda
Waxta ewruh gî lê xelq bun
Xüdawendî dîbu li erşane
Pêra gerîya danzde hîcabane
Ya Muhammed canêmin feda
Pira gerîyam li danzde berhane
Gî bi çava dî ne gömane
Ji minra dînu hemjî îmane
Ya Muhammed canêmin feda
Mütühê nura te delalim
Bi cezweyu sirru halim
Li derdê wî ez dinalim
Ya Muhammed canêmin feda
Bülbülüm li dergê mame
Jira qulu hem gedame
Herba Bedir’ê wirda pirame
Ya Muhammed canêmin feda
Tim di nav sirra wîdame
Ewladê Alî’yel Mürteza’me
Bülbülüm li eşqa wî dixunim
Ya Muhammed canêmin feda
Serbelayu çav bi xunim
Li meclîsa wî ru dinim
Edebu erkanê lêhil tînim
Ya Muhammed canêmin feda
Birîna dilêmin pir kure
Çiqa birînêmin kurbe
Bi sirra wî dikewînim
Ya Muhammed canêmin feda
Xüdawendî bes bêje
Pirsa eşqê pir dirêje
Herd çava xun dirêje
Ya Muhammed canêmin feda
Pêra gerîyam bi herbu ceng
Ketme şikefta kü teng
Tev rakiribu boyağu reng
Ya Muhammed canêmin feda
Ez nobetçî li ber derîbum
Ez bi zirxê Davud’î bum
Ez bi wîra tim hebum
Ya Muhammed canêmin feda
Şur li dest arim li pîbum
Ez li emrê wî gödarîbum
Hem pîyade hem xasîbum
Fedayîyê nura Baqî’bum
Xelqê göman kir min kêribu îman
Min her demê didî li çerxu dîwan
Xadîyê meclîsê sirru Sübhan
Ya Muhammed canêmin feda
Kanî bê wîjî kî sultane
Li derdê min kiribu dermane
Ji eşqa minra ewa fermane
Ya Muhammed canêmin feda
Dewam pêra doş dibum
Tim li şorêwî gödarîbum
L3i hümmetawî hêvîbum
Rihêmin feda ya Mustafa
Zalim nezan dikin qale
Nizanin sirru kü hale
Nedîne Hüsnu cemale
Lema nebun ehlel kemale
Ya Muhammed canêmin feda
Ew yazarê her çar kîtaba
Ew gerîyaye li danzde hîcaba
Bê wî kî gerîya va mekana
Ya Muhammed canêmin feda
Gerîya li heft cehnem cehîma
Gerîya li heyşt cennet zewka
Dî hewzê Qewserê dara Tubayê
Ya Muhammed canêmin feda
Çel rojî li erşa molet dimaye
Kesî nizanbu kü çuye erşaye
Ew sultanê cem-ê enbîyaye
Ya Muhammed canêmin feda
Bîneka wî küjî Buraq bu
Şuna xwe li cem Rebül Mutlaq bu
Êkü îna nekir pirjî ehmaq bu
Ya Muhammed canêmin feda
Kayıt Tarihi : 15.2.2004 15:07:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!