Xwîşkê Xwe Bixemlîne Şiiri - Mehmet Çoba ...

Mehmet Çobanoğlu
2544

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Xwîşkê Xwe Bixemlîne

Lê keçê delalê birhî belekê û çavreşê
Bi xewn û xeyalan ve dil ê xwe teng neke
Biskê xwe li ser dêmên qemerde berde
Tu xatirê xwedê têkeve şaî û şegîyê

Lê delalîya gundê me dîlbera warê me
Keça gelê me daîka min û xaînga min
Bê bextîya mêrane,kevneşopî yên kevn
Zordestîya bav û biran,apan’e li ser te

Lê keçê bêrîvanê,kedkarê,xebatkarê
Mal te xira be tu berdestîya bav û biran
Gava herî mêr dibî xulamê mêrê zexel
Oy oy tu dibî dîlê xwezûr û xwesûyan

Lê keçê daîkê û xwîşkê wêran bim ez
Û ev çi kevneşopîye li ser warê me de
Alîkî de xizanîye û bandora olêye
Anjî bêzagonîya dewleta mêrkûje ye.

Lê xwîşkê tu hêvîyê azadîyê yî
Tu şervanê hemberê tiştên xirabîyê yî
Tu rêbe rêrastîyê û dermanê kulanî.
Lê keçê hêvî dikim îro mere şoreşî ye

Lê lê daê û xwangê berxwedan jiyane
Hewldana keçan,jinan bo gelan hebûne
Xwîşkê tu xwe bixemlîne şaî û şengî
Îro dana mêran dewlea faşîstan hildişe

03.05.2010
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 4.5.2010 13:17:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Şahmerdan Yıldırım
    Şahmerdan Yıldırım

    Dostum bir de anlayabilseydim:)) Altına türkçesinide yazmanın bir sakıncası var mı ? Her lisan bir insandır ama bende türkçe bile yarım yamalak:)) Emeğine yüreğine sağlık diyeyim,bir emek var,bir yürek var,bir duygu var.Selam ve saygılar....

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Mehmet Çobanoğlu