Gulên me vedan,bihara me xweş geş bû îsal
Û bilbil hev şabûn û per û paskê xwe vedan
Devê xwe wergerandin berva gula sorgewez
Bi hev re xwendin xweş û geş bi her awazan
Bihara hat me derengî,gulan vedan her rengî
Duman rabû şax bi şax guh bidin li vê dengî
Cejna Kurdan jî nêzîke tev werin bi rû şengî
Govende û dîlane û dem jî dewrana Kurdane
Dem bihar û havîne,îro xweş roja gelê me ye
Min wexwar ez sermest im,sermestê azadîyê
Wexwarina min awirên zaroka,bêhna gulane
Ez tawanbarê evînî ya axa welatê Kurdan im
Bihar û havîna me hev qelîbî vê rojê bihûnin
Refê heval û hogiran dûrûn,gotinê wan bînîn
Ez Memê Hesretê lawê Eyo bi nav xeyala de
Xwezîyê min wê rojê re azadîya gelan bîbînîm
Bihare xweş havîne û dem jî dema Kurda ne
Xwestine û serîhildane,deng dengê hevalan e
De xwe ragirin gelê cîhan berxwedan jîyan e
Bihar hat me derengî û êdî vir şûnde havîn e..!
01.09.2009
Yîldîrîm
Kayıt Tarihi : 4.9.2009 21:06:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2009/09/04/xweziye-min-bi-we-roje-2.jpg)
TÜM YORUMLAR (2)