Îşev bi stêrkan re rûniştim me behsa te kir
Şev bêdeng,
Û Stêrk jî li min mêzedikin di bin simbêlêre dikenin.
wek her car qeşmerin dîsa…
ez aforîzmayên gemarî çêdikim li ser navête
Û stêrk bi hesabên tilîyê îhtîmala hatina te hesab dikin.
ha! tû hatî, ha! tûyê werî
Xwezî tû bihata,qet neçiba.
Porên te wekî simbil
Çavên te wekî mexzena şerabê
Bêhna te mîna gûlek ji bihûştê
Min bêhn dikir hêdî hêdî serxweş dibûm
Xwezî tû neçiba
Qet neçiba…
Evdalekî rê nezanim
Ji derdê evînate bêzarim
Bi hatinate gûmanim
Kolî poşmanim.
Xwezî min tû neşandibûya
Qet neşandibûya…
li ber derîyê te qereçî (me)
bê maçên te dil birçî (me)
ji tûnebûna te sêwî (me)
wek her car bê hêvî (me)
Xwezî tû bihata…
Qet neçiba
Qet neçiba!
Haris Serhad
Kayıt Tarihi : 16.5.2023 13:24:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!