Xwezî Mirin Tunebuya Şiiri - Fikri Amedi

Fikri Amedi
30

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Xwezî Mirin Tunebuya

Ne kêf û şahîya biharê dixwazim
Ne jî, gul û çîçekên havînê...
Ne xeyala bayê payîzê dikim
Ne jî hêvîya berf û barana zivistanê....
Ne li benda mal û milkê dinyayê me jî,
Meqam û mewkîyên bilind jî naxwazim
Yek daxwazek min heye ji Rebbê alemîn
Sibeyekê ez çavê xwe li dinyayê vekim ku
Kuştin tune,
Dayîk di ser lorîkên xwe de nalorîne
Bav, bi kul û keder zarokên xwe hemêz nake,
Jinebîyek ji bona mêrê xwe, kilamên kezebşewûtî nabêje.
Zarok bi bêçaretî hêsrên çavê xwe paqij nakin.
Gelo ez pirr tiştekî mezin dixwazim?
Pirr xewn û xeyalên mezin dibînim?
Ya Rebbî, ma min zêde pîyê xwe dirêj kirî ye,
Hêvîyên mezin min di dilê xwe de geş kiri ye?
Rojek...
Ma ji bona Xwedê rojek...
Pirr zêde ye..

Fikri Amedi

Fikri Amedi
Kayıt Tarihi : 10.12.2017 10:55:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Fikri Amedi