Dayê, derdê dil e, li ser min de tê
Gidî, keder û belangazî ye lê
Kezeba min sincirî, li min xeme
Bêkesa min, xwezî delala min bê
Dayê keder û êş nebe para te
Eşq û evîn ji li mîn re şewate
Wele bêsewda, wele bêyar nabe
Yar min re yadîgar, welat xelate
Yara min wek stran, wek helbesta ye
Di evina yar, dilê min de best ye
Dayê ez dimirim ji bo wê yar ê
Hebûn yarê ji min re sewda ye
Lê dayê, min xwe da ser rêya eşqê
Li bedew ya yarê dişibe şewqê
Gava delal ya min û rinda min bê
Ezê kembera zîv bidim ser newqê
Dayê tew li minê, dîsa ez nahewim
Şevan e bi brojan e ez bêxewim
Yar berbangê ye û ez eşa yê me
Mîna axa sar bi dîwarê hêwîm
Mehmet Çobanoglu
16.07. 2019
Stenbol
Kayıt Tarihi : 17.7.2019 00:36:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!