Xweska Şiiri - Rêbiwar Xelo

Rêbiwar Xelo
2

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Xweska

Xweska
lo xweska mîna xeyalbazekî xeşîm di rêyek dûr û dirêj ketama
û min ti tiştek li pey xwe nehişta
ne elbek av
ne cotek çav
ne miradek xav
ne jî xatirxwestinek bêbav
biçiyama
çûyîneke bêveger
biçiyama ber bi jêr ve ji kêş
wekî derwêşekî dilbiêş
û kerr
û min li dû xwe qe nehişta hisret û bêrîkirineke terr

Xweska
lo xweska ti kes li benda min nemana
bi dilekî birçî
li benda min nemana
ti çavên qerimî
ne zarokên xewn qurmiçî
ne jî dayika xewê şevan lê herimî

Xweska
lo xweska mîna balindeyek koçber
war û welatekî min tine bûya
û ne welatiyê ti welatan bûma
min hebûya hêlînek li pişt ewran
bêguman Bifiriyama hey bifiriyama li asîman
Xweska ax lo heyran...
bibûma dilopek baran û nebariyama
di nebarîna xwe de hema hey vegeviziyama
An li her dever û her diyaran
bibûma perê pinpinîkekê
li ser keskesora biharan

Xweska
lo xweska li daristaneke bê ser û bin ferek dar bûma
Bi hemû beybûn, binevş û sosinan re yar bûma
yan li ser keziyê çiyayekî çav kilkirî mirar bûma
yan jî di newqa newaleke navşewitî de ji hemû teyr û tilûran re hêlîn û star bûma

Xweska
lo xweska mîna evdalekî gerok
li ser ruyê erdê bigeriyama
li min baya hewraniyekî kevnok
û di çavên min de rodikên dîlberek xama
min her li pey xwe bihişta ji hezkirinên heyibî
Hezar çîrok û Hezar çîvanok

Xweska
ax lo heyran Xweska

Rêbiwar Xelo
Kayıt Tarihi : 25.2.2017 22:33:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Rêbiwar Xelo