Demên sarî tifika min
Ji xweşiyê neynika min
Çi tu qencî nazika min
Xweşika min rindika min
Rojên tengasî bêhna min
Meyşîra li ber têhna min
Rengên pênûsa wêna min
Divêna min rûdêhna min
Siltana birca warê min
Her sivikî ya barê min
Tu bersiva hawarê min
Li emrê min yek karê min
Şêrîna ser zimanê min
Avjîna li rewanê min
Mirxa li nav bistanê min
Dermanê min caxanê min
Li can can û cananî tu
Rengê jîn û jiyanî tu
Hingivê ser zimanî tu
Hênzanî tu rêzanî tu
Li rêyê xweş havalî tu
Her delala delalî tu
Rozîya ji celalî tu
Hîlalî tu şepalî tu
Çiqasî xweş mizgînî tu
Ji bo bahar berfînî tu
Roşen û cejn û înî tu
Vejînî tu her jînî tu
Kayıt Tarihi : 23.5.2025 21:56:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!