Xweş Dewran'e Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2629

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Xweş Dewran'e

Darên gulan tim rindin, navberê wan helîne
Bêhna gulan jî wan tê derdorê wan şêrîne
Gava gul jî tev vedin, dibe kêfa bilbilan
Bihar xweşe gul xweşin koma wan jî rengîne

Gul, gulpik ji xweş vedan, jîyan jî bû şadiman
Bû bihar ronaîye, êdî war nabe dûman
Qurequrqa beqane, vîçînîya teyrane
Adanîya axa me gel şadibin bêguman

Perperok ketin nav hev, zarok jî hatin ba hev
Kêfxweşî dilşahîye zû herin têkevin nav
War gule ax gulîstan, welt me re Kurdîstan
Kanî jî diherikin, her der jî bû çem û av

Jîyane xweş jîyane ne berfe ne bager e
Ber malan de beybûnûn her der me re seyrane
Deşt û zozan hêşîn da, êdî me re bihar e
Tim dengê bilbilane dem me re xweş dewran e

Mehmet Çobanoglu
06.04.2012
İstanbul

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 8.4.2012 22:43:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu