Xweş Bihar e Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Xweş Bihar e

Keçê were dînê were, demsal sare zivistane
Her der mije û dûmane dengê guran, wawîkane
Reşa minê qemera min; gula minê rûkena min
Baran barî çilk lê hûre, kirasê te pir zirave

Keçê were me derenge, nesekine derva sare
Berf dibare pir bagere, dervamayî qet nekare
Mircana min dilê minî şêrînê tu roja minî
Diz hatin tev te digerin, guhê te de zêr guhare

Rindê were ez qurbanê; koçê me hatin Rewan ê
Pêşberê malan newale, av herîkî nav Şewan ê
Kewa minê kevoka min berxa minê xezala min
Nesekine pir lez were keçê têkeve navmalê

Qemerê navpişt kemerê em dixwazin tu zû were
Gundê me jî ber zinar e cîranê gundê me Xar e
Binevşa min şîlana min welatê me Kurdîstan e
Heyfe nesekine were, pêşenda me xweş bihar e

Mehmet Çobanoglu
01.04.2012
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 31.3.2012 22:36:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu