Xwe Nenas Şiiri - Kazim Özdemir

Kazim Özdemir
124

ŞİİR


3

TAKİPÇİ

Xwe Nenas

Azadî dixwaze ziman nizane xwe bi temamî êsîr dike
Bi zimanê dijmin digre malbata xwe şermezar dike
Hey evdalo bi zimanê xwe bipeyîve xwe azad bike
Du ji xwe ra azadî naxwazî, îyar be çavên xwe veke

Dibêje ez welatparêz im, kurdewar im, şareşvan ım
Dev ji zimanê xwe berda ye gelo tu kîyî ez nizan ım
Tu ji nasname û eslê xwe derî, ji te qenc bi guman ım
Ji xwe û gelê xwe ra gelek xirabî ez vî baş dizan ım.

Di nav malbata xwe her tim da dipeyîve bi Farisî
Ji zimanê dayîka xwe dûr ketî ye gelo tu çi mierisî
Çima ji peyîvandina zimanê dayika xwe tu ditirisî
Xwe bi Farisî va girêda ye bi Kurdî nizanî, çi teresî

Te Erebî bilind hilda ye kirî ye zimanê axretê
Wele tu çi bikî lingê te nakeve derîyê cinetê
Ma Xwedê bi her zimanî nizane roja qiyametê?
Xwedê bi Kurdî jî dizane bê aqilê ji kerê ketê

Malbata xwe asîmîle dike dibe alîkarê dewletê
Xwe azadîxwaz nîşan dide binêr in vê hikmetê
Xwe mezin neke kesek nade te qîmet û rûmetê
Bi Kurdî nizane doza Kurd dike, binêrin vê sosretê

Kurd e bi Kurdî nizan im dibêj e ev wehşê ker
Li her c’ı û warî tim bi Tirkî dipeyive seranser
Nizan ım gelo çi mehluqek hove ev beni beşer
Çi dike, çi dixwaz e, ev xwe nenasê herî qeşmer

Tetvan, 04.07. 2011, Saet, 12.15

Kazim Özdemir
Kayıt Tarihi : 6.7.2011 13:28:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Kazim Özdemir