Pir heyfe welat e nav de dumane
Bi rastî xema çûkan.behokane
Dema şilî, berf dibare ser axê
Av dikişe xume xuma çemane
Li biharê gul, gulaç tev geşdibin
Hemû jîndar tim bi hev re şadibin
Di mêrgan de berx û karik dêçêrin
Dilgeşî dibe hemû kes şêndibin
Gava cemed dihele çem geşdibe
Gelî, çiya, deşt û zozan xweşdibe
Hêşîndayî hemû welat dixemle
Dilgeşî û rûkenî zêde dibe
Bizanibin bihar, havîn nexeme
Lê kêfxweşî û dilgeşî neşerme
Berîvan bêhrîyê mîhan dioşin
Welatê me dilê me de pir germe
18.03.2016
Stenbol
Kayıt Tarihi : 18.3.2016 17:43:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!