Nêçîrvano lo nêçîrvano
Mal xirabo li qetilvano
Tu pir hov tu pir beterî
Mîna guran û wawîkan
Nêçîrvano lo nêçîrvano
Êrêşvano tu bê vîjdano
Ka berx û ka canê min?
Devberde her dilê min.
Hawar,hawar û hawar!
Agire,derde û êşe min
Şewate,mije û dumane
Berxê min ber topane
Ez xezalim,xezal ê çiya
Û birîndarê kêr û şura
Ez bêkes lo ez rebenim
Welat ax,walatê Kurda
Nêçîrvano lo nêçîrvano
Ka berx ka karikê min?
Birîna min lo zehf kûre
Devberde tu berxê min
Ax wax li dîsa axe min!
Êş ket dil,kurçikê min
Nêçîrvano xwîn xwaro
Ka berx û karikê min?
Berxê min e azada min
Karikê min jî canê min
Ew kurik û jî keça min
Biqewite û here axa min
Lo Memê û Memê Eyo
Ka welat û ka karxezal,
Mal te bişewête,ka roj,
Ka heval ka ala Kurda?
Nêçîrvanê hare,ka berx
Rom hat xwe jî bê bext
Ez bimirim ax bimirim
Ka welat ax ka paytext?
Xezal û dil jî birîndar,
Karik û berx dûrî mal!
Ez qurbana koma wan
Çûn li çiyan bo welat.
04,05,2007
YİLDİRİM MAH
Kayıt Tarihi : 9.12.2007 12:52:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!