Heywax roj li min reşe
Wek bahozeke serkêşe
Min re derde min re kule
Gav bi gav ji min re êşe
Dem bû agir meh adar’e
Êdî min re nebihar e
Nav dilê min de zarîne
Tê de êş û jan dibare
Yar nebe jiyan kêreke
Xezal ji min re dileke
Pir rojan pir salane
Xem û êş min re geleke
Xezal zû de ji min dûr e
Xwe ronayî ye xwe nûr e
Ez bi tenê me tenê me
Derdê dilê min pir kûr e
Bi her tim û bi her carî
Agir li ser min de barî
Ax li min xezal ku ma
Şev û roj li min bû tarî
01.11.2016
Stenbol
Kayıt Tarihi : 1.11.2016 13:03:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!