Di xeyala min de dît
Bi nûr Nûrsî Şêx Seîd
Seîd Nursî digotin
'Mîran, serbest avatin
Werin em cihad bikin
Xwedayê me şad bikin
Pir bûn ne karê me ye
Bihûştê warê me ye
Bixwînin mexalê haq
Dilan bibin pîr û paq
Bizanin kesek benî
Ne ewliya ne j' tenî
Ewliyayî ne zor e
Bûn bi îman li gorê'
Min got 'Ê şêxa bi nûr
Rêya te ji me pir dûr
Ji rêya te derketin
Destê sîtemê ketin
Fehm nekirye kelamê
Got û bang kir kilamê
Bergeran bike bo me
Em nikarî bi komê
Jibir kirye cihadê
Hikmên Xweda û dadê
Bo pir bûn tim xebitî
Jê negerî ji gitî'
Şêx girte ji mila min
Zizî bûye dila min
Mêze kirye çavê min
Herikî tim avê min
Got 'Lawo Lawkêxizir
Gotinên te jî ne zir
Min bi êş û jan şewtê
Herkes min fehm kir çewtê
Te fehm kirye bi rastî
Ew bû li dilêm xwestî
Bigre destê min kûrê
Herin digel hev dûrê'
Em çûn bi Şêxa Nursî
Derketin li ser kursî
Mêze kir erd û ezman
Min şêwî, hiş bû ziman
Min dît xwe li Bihûştê
Nizanim çi ye ûştê
Girîn û girîn bi şil
Bû hezaran perçe dil
Yekê wî ket canê min
Êdî ew e nanê min
Edene - 24.02.2007
TÜRKÇESİ
Rüyâmda bir gece
Şeyh Sâid Nursî'yi gördüm
Sâid Nursî diyordu ki
'Beyler, atış serbest
Gelin cihad edelim
Rabbimizi memnûn edelim
Çoğalmak bizim işimiz değil
Yerimiz cennettir bizim
Hak meâli okuyun
Yürekler temizlensin
Bilin ki hiç bir kul
Ne velîdir ne de pis
Velî olmak zor değil
Kabre îmanla gitmek yeter'
Dedim ki 'Ey nurlu şeyh
Yolun bize çok uzak
Senin izinden çıktık
Zulmün eline düştük
Kelâmı anlamadık
Türki söyleyip durduk
Bizim için duâ et
Birlik olamadık
Cihâdı unuttuk
Allâh'ın hükümlerini ve adâleti
Çoğalmak için çabaladık
dünyâdan da vazgeçmedik'
Şeyh tuttu omuzumdan
Yüreğim titredi
Gözlerime baktı
Gözümden yaş boşaldı
Dedi 'Ey Lawkêxizir
Sözlerin yanlış değil
Ben acı ve ezâ ile yandım
Fakat beni herkes yanlış anladı
Sen doğru olanı gördün
İşte gerçek isteğim buydu
Tut ellerimi oğul
Birlikte uzaklara gidelim'
Şeyh Nursî ile gittik
Bir kürsünün üzerine çıktık
Yeryüzünü ve gökyüzünü seyrettik
Şaşırdım, dilim tutuldu
Kendimi Cennette gördüm
Sebebi neydi bilmiyorum
Gözyaşı içinde ağladım da ağladım
Yüreğim bin parçaya bölündü
Bir tânesi canıma düştü
Bundan sonra azığım o oldu
Adana - 24.02.2007
Brifkani LawkexizirKayıt Tarihi : 25.2.2007 10:50:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Devir iman kurtarma devridir.
Cihad ve şeriat devri değildir.
Rüyalar ters çıkar derler
TÜM YORUMLAR (2)