Xeyalê Min Xera Nek Şiiri - Mehmet Çoban ...

Mehmet Çobanoğlu
2672

ŞİİR


19

TAKİPÇİ

Xeyalê Min Xera Nek

Tu kulîlka ber çemanî
Xeyalê min xera neke
Wek neyaran min nenêre
Hembêza xwen min re veke

Ser lêvên te ken tijîne
Hemû sosin, hemû gulin
Zend ên te de bazin, morî
Hemû zîvîn hemû zêrin

Bawer dikim min fêm dikî
Siba te bi her dem xêr be
Welwe bête hedûr nabe
Vê êvarê benda te me

Wek xerîban min nenêre
Ez bibim av, tu darîstan
Tu bêje dil, ez bêjim can
Bi kenên te her gulîstan

Dema ku tu min dûrketi
Can, dilê min tev şewitî
Bi vî rengî min nehêle
Birîna min derman bike

Sebra dilan, keça kurdan
Dem derbas bû, roj bû dawî
Min neşkêne were nêzîk
Min guhdarke! Nebim hawî

Mehmet Çobanoglu
10.01.2022
Stanbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 10.1.2026 21:25:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!