Xeyala Min Şiiri - Abdurrahman Atabey

Abdurrahman Atabey
34

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Xeyala Min

Xeyala Min

Tu gul bû,di nav baxê gula min
Tu nêrgiz bû di nav zozan û çiyayên min
Tu sosin bû di nav newala dilê min
Tu axîn û nalîna birîna min bû
Nêrîna te agir bu kete zevî û banîyan
Xemza dêmê te tîr bû kete cergê min
Tava biskê te bend bû kete destê min
Guliya gerdena sipî qeyd bu kete piyê min
Hubb û evîna te ez kirime girîftar
Çavên te qefes bû ez bilbilê jar
Ruha min kete zîndana Memê Alan
Ez tînî te bûm lêva te kaniyan can
Ez nizanim çend sal e ez ketime behra kûr
Ne şeva min şev
Ne roja min roj
Tu qet nakevî ji xeyala min dûr

Abdurrahman Atabey 15.09.2011
diyarbakır

Abdurrahman Atabey
Kayıt Tarihi : 21.12.2015 14:58:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Abdurrahman Atabey