Pencera min hat girtin ji xewnerojkan
Bicihnebu bedena min tenêtîyê de
Seranser girti bu asîman
Govenda bafirokan
Hemî rê hatin girtin
Hemî ba rawestîyan
Ma te nedît?
Çawa xujikî ax’a di bin pîyê min
Dar girîyan,daristan kete nav şînê
Qut bu dengê bîlbîl bê navber
Kund dixwînin li şunwara
Vê roja bê oxir da, mame tenê
Xwîna enîya min da herîkî
Min bexişand ruh û can’ê te
Bedena min radestî qijik’a neke
Wunda bike tarîtîya şevê de evîna min
Bila neyê dîtin
Min dayne ser kevirek efsunî
Bila baran min bişo
Mirin dest diavêje baskên şikestî
Bila bikevne tatêla me deryayên bê binî
Dibe ku bibihîzin qerîna zarokên sêwî
Dibe ku me bidine xatirê çolistanên bê sînor
Axxx disa...
Gava du evin bune yek
Dîsa ket bîramin kanîya miraza
Keçkê bisk heleq û gulîyê hunayî
Li bin dara bîyê bukên teşîrês
Çavên bi kil ü kofiya gevez
Dibe mizgîn...
Dibe mizgîn,weke keskesor...
16.01.2014
Ahmet BaygümüşKayıt Tarihi : 16.2.2014 11:29:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!