Ka were dotmama min
Ezê ji tere helbestek ê bixwînim
Tu ji min re kilamekî bêj ê
Ka were dotmama min
Li welat çi heye çi nîne
Bêj ê bi dengê xwe yê zirav
Ka were dotmama min
Hesp diçin ser kanîya he jî
Meşeka bi lez
Ka were dotmama min
Zarok di meyzenin li asîmanan he jî
Rûyekî bi ken
Ka were dotmama min
Dengbêj ê welat xemgînin ma he jî
Dengê Şakiro digihe serê çîyayan
Ka were dotmama min
Xweza ya welat hê bindest ê
Di bezin bizinê kûvî he jî li deştan
Ka were dotmama min
Beytik tenê kuştin bi qewsika he jî
Zarok zilmê dikin li kîwjalan
Ka were dotmama min
Evîn dûr bi dûr tenê jîn kirin
Di rojeka cejna Nevrozê de
Ka were dotmama min
Dengê Celadet li ser welatê he jî
Xemgîn, dil şikestî
Ka were dotmama min
Ma kengî ye zîvire felek
Em ê rabin ji xewna dirêj…
Kayıt Tarihi : 29.2.2024 08:56:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!