Xewn û xeyalê min dizîn, dil-hinavêmin helqetandin birin
Derdorê min de hemû wawîk, hemû gur û hirçin
Goştê canê min xwarin, jiyana min hêrandin
Ez bêhedûrim
Li min berf li min baran e
Li min sur li min seqem e
Ez li bi serê xwe mam
Ez bi tenê me
Dilê min de êş e
Ev reşî ev kul
Romana mine
Bihara min bû payîz
Spîndaran de pel û şax neman
Jiyan ji minre bû agir, jiyan ji min re bû afat
Dev ji min bedrin, ez daxawzim têr bigirîm, dil min agir e
Li sînorê zevîyan de xûn diherike, li dayikan şîn û şîvane
Mixabin derdê min derdekî girane
Warê min warê Kurdan e
Kêr li hestîyan
Jî dilan ket
Arama min
Sebira min
Tar û mare
Li tiştek li min nema, xeynî derdan
Li van gundan û bajarokan li van bajaran roj dûxane
Stranên min matem in, stran min fîxan in, min xem û xişme
Ez kevir bim, birçî û pêxwasim kinc û pêlavê min jî tun e
Ji min re jiyan pir dijwar e
Jiyan min re pir asê ye
Jiyan sext e
Jiyan
Her gav j imin re êvar
Ji min re şeve
Piçûktîya min çi be
Mezintîya min jî ew e
Xizanî, bêkesî ev şerê bi salane didome
Bêbextîye neyaran, nezanîna bê heşan li min re mirin e
Derd û kul pê ve xwe ser min de berdana, evder warê Kurdan e
Mehmet Çobanoglu
15.04. 2020
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 15.4.2020 19:21:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!