Min ew dît di xewna xwe de;
Hêstir dibarandin li ser tenûrekê pêketî de,
Û agirekî şil ji tenûrê bilind dibû.
Pora wê di destê min de bû
Min divehand û li stuyê xwe dialand,
Wekî cemedaniyekê germ.
Min ew dît di xewna xwe de;
Çavên wê du xezalên veceniqî bûn,
Du xezalên zeviya bextreşiyê de asê mayî.
Her ku, hêstir ji wan çavan diketin,
Şewqa tenûrê kêmtir dibû
Agirê wî bêhtir şil dibû..
Ji nişka ve pora wê winda dibû,
Di nav destê min de..
Birh û mijangên wê diveşartin, didizîn herdu çavên wê..
Tenûrê agirê xwe dikuşt, xweliya xwe diavêt di nav lepên bablîsokê de,
Bêhna min diçû, ez difetisîm..
Dengê ewran dihat, birûskan şirqîn ji erdê dibir,
Ez direvîm, lê di heriyê de asê dimam!
Û ez hişyar bûm...
Demjimêr wextekî şevê bû
Baranê erd dişûşt...
Ez dîsa raketim
Kayıt Tarihi : 3.6.2023 04:30:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!