Xeribî Wekî Mirinê ye

Mehmet Çobanoğlu
2572

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Xeribî Wekî Mirinê ye

Cîyê ezê dixwazim ji min pir dûr e
Xemên feqîrî yê dilê min de kûr e
Gul û kulîlkan dîsa min re venadan
Derdê min derdêkî mezine ne hûr e

Gava qala war û welatê me dikin
Hêşê min di nav serê min de radikin
Min xem û xeyalên xwe xist nav dilê xwe
Di nav dilê min de bêrîna vedikin

Xerîbî û xîzanî stûyê min xwar kir
Dilê min êşand û jiyana min tal kir
Bi rojekî têr bi mehan jî birçî me
Pergal, min re derê bêhêvî yê vekir

Xizanî ne bûya kes gund bar nedikir
Min jî derê xerîbî yê venedikir
Xerîbî û hesret ji min re bû mirin
Min jî tu car xwe re darbest çênedikir

01.05.2016
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 1.5.2016 00:45:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu