Xerîbî Şiiri - Hüseyin Çoban 2

Hüseyin Çoban 2
117

ŞİİR


3

TAKİPÇİ

Xerîbî

Ez li xerîbiya biyanî
Awazên min qêrin û gazî
Menzîl dûr e - ketim çi halî
Beriya welat - çavê min kanî

Ez bi dilê kul û merezî
Bar li ser pişta min giranî
Mejî li serê min nemaye
Bum alzheimer - li vî salî

Ew dem çerxa dem û dewranî
Amrê min çû - li ser salanî
Por bu spî - ew karê paleyî
Qezenc kom bû - bes e - de hadî

Kedkar û nirxdar e - rencberî
Ew qezenc qezenca mêranî
Pale pê nekir - zik dinalî
Çû Ewrûpê dîsa di nalî

Li rêya qurbetê yek rêwî
Li ser darê pepûk di nalî
Li xerîbiyê bûm bîyanî
Li Ewrûpê dikim çi karî?

19.02.2022

Hüseyin Çoban

Hüseyin Çoban 2
Kayıt Tarihi : 21.2.2022 01:26:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Hüseyin Çoban 2