Wî de kinê îro çend roje ez ne li mal im
Tu nizanî gelo ez çima ew qas bêhal im
Derd lim bune wek gola Wanè
Ez dîn bûm ji destên te û tû nexâne
Xeber ji min re hat dibên dergûş bêhal e
Lê ez tune me ev çi hal e
Dibêjin Cân maye tenê û bêkes
Û ez ji bîmrîm li xerîbiye tenê û bêkes
Ez bimirim kinê têr nebûm ji te û malê
Emrê min derbasbû bi te re delalê
Ev çend sal derbasbûn bi vî halî
Ez heliyam û qediyam bi hesreta malê
Kayıt Tarihi : 11.12.2018 23:09:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!