Xerîbî Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Xerîbî

Ez dixwazim erdê me warê me hat bîra min
Min berhevkin, serhevkin derê dilê min vekin
Xerîbî jî tim kule wek gurekî xwîn xware
Dilê min de welat e nav de gora min vedin

Kurdîstan hat bîramin hûn qet mekin şîna min
Rabin werin min bibin, axa me de min çalkin
Bihar, havîn, zivistan gulan çikin li ser min
Ez qurbana koma we, min bêwelat nehêlin

Ew gava ez bimirim û newal bi kendan de
Hûn piçek ax bidin min, şîlanek jî li nav de
Ez gorî we şivanan bilûra lixin bo min
Bi awazan bigîrîm şeng û şahî jî nav de

Vekin vekin dilê min navde jî evîna min
Gul, gulpikên zozanan, berîvanên gelê min
Ax min bîra welat kir Kurdîstan jî canê min
Pir xweşike Qaqizman, Şewan jî bû gundê min

Kesera dilê mine êşa nav canê mine
Welatê min pir dûr e; xerîbî qeda mine
Min berhevkin, serhevkin derê dilê min vekin
Gazindê min jî ewe xerîbî tim dû mine

04.12.2011
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 6.12.2011 00:35:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu