Xerîb im, dil kûl bûye,
Bê kes im, bê war im maye.
Ji ber eşq û evîna te,
Can û ciger min şewitîye.
Ka werê bimin yarê,
Taqet û sebra min tune.
Çerm û hestî ji can min re,
Hemû ji ber eşqa te bûne.
Te ez hiştî nav dinyayê,
Bê rûmet, bê deng, bê dengî.
Dilê min bi xesret re tije,
Şev û roj dibim heyranî.
Xewnên min bi te dest pê dikin,
Rastî jî bi nav te tê.
Tu nebî, ev dil bê wate ye,
Ev jiyan li min bar e.
Ka bê çima tu nayê yar,
Ka bê çima derî vekî?
Ev dil hêvî li te girêdaye,
Tu yê dawî û yekî.
Kayıt Tarihi : 30.3.2023 11:39:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Hikayesi:
Şarkı sözü




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!