Xemlandin Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2558

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Xemlandin

Kizirandin,qewirandin
Goştê me tev qelandin!
Gundên me ber gulanin
Ax welatê me şelandin

Wêran kirin malên me
Talan kirin warên me
Agir bikeve koma wan
Wax hêrandin canê me

zare zarîn li ket me
oy giranî bû barê me
Ev çi rewşe û çi hal?
Ne gul ma ne darên me...

Ruxandin ev kezebê me
Derxistin her çavê me
Ronahî qe nema boy me
Tarî kirin ev roja me

Hêvîyên me hevalên me
Bawerîya me ciwanê me
Ev mirin lo mayîna me
Li têkoşîn pêwîste me...

Kizirandin,qewirandin
Goştê me tev qelandin!
Gundên me ber gulanin
Ax welatê me şelandin

Wêran kirin malên me
Talan kirin warên me
Agir bikeve koma wan
Wax hêrandin canê me

zare zarîn li ket me
Oy giranî bû barê me
Ev çi rewşe û çi hale?
Ne gul ma ne darên me...

Ruxandin ev kezebê me
Derxistin her çavê me
Ronahî qe nema boy me
Tarî kirin ev roja me

Hêvîyên me hevalên me
Bawerîya me ciwanê me
Ev mirin lo mayîna me
Li têkoşîn pêwîste bo me...

Berjewandî ser axa me
Rabû ser pê dayika me
Nartisin Kurd natewin
Lo daxwazin walatê me

Oy çep û rast şere me
Ro çû ava şeve ser me
Bêbextî nakeve tev me
Berxwedan şerte bo me

Neyarên me qesasên me
Roma jî bû dijminê me
Zordestî dide ser gel
Welatê gel ber topane

Kizirandin,qewirandin
Wax helandin,kelandin
Lawên Kurdan rabûn pê
Welatê Kurda xemlandin


02.04.2008
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 3.5.2008 13:41:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu