Dem havîn e, pez û dewar çûn çêrê
Delala min, wele îro xweş roj e
Kerema xwen derdora me binhêre
Taxa mêrgan û zevîyan beroj e
Bêderew tu pir bedew pir xweşikî
Li bigire her destê min, tu min şake
Keça devken, tu tim dilgeş, tim rûgeş
Porên gungulî ser milan de bake
Tu him bextî, him gulî, him gulîlkî
Kenê te, ser lêvên te de çirûskin
Bi rastî, ew biskên ber porê te de
Ji bo min şax û çiqil, per û baskin
Nêrgîza min gul, kulpik hev pêçîyan
Dem havin’e kelekela germê ye
Nav newalan, kendan de çavkanine
Bê te bihar û havîn wek sermê ye
Tu xemla zozana yî, sebra dilanî
Qet min dûrnekeve, ezê binalim
Her der bêrî ye, tu jî bêrîvanî
Ne xort ne cîwanim, bo te dihelim
Mehmet Çobanoglu
22.12.2017
Stenbol
Kayıt Tarihi : 22.12.2017 17:26:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!