Xemfiroşê Şiiri - Ziza Rumas

Ziza Rumas
36

ŞİİR


6

TAKİPÇİ

Xemfiroşê

Çaxa ku ji xaka te hatim bêjingkirin
Jê daket zerreyek ji bermayiyên êşê
Dema ku ji deryayê hatim nizilandin
Der çû dilopek ji bijangên xemfiroşê

Kêliya ku ji feyza guliyan mam bêpar
Pelek zerîn daket ji payiza xweziyan
Wexta ku ji jana jînê can negirt tu par
Derdek kon vedida li dilistana ziyan

Gava ku ji letîfbayê dengek girte guh
Newayek dêrin pêl da ji wê xweşbêjiyê
Kata ku ji naziknûrê bû ronahî ruh
Heyinek der da ji lewma lutifrêjiyê

31.12.2015
Silîva

Ziza Rumas
Kayıt Tarihi : 24.5.2017 01:12:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ziza Rumas