xewnên xwe dixapînim delal
di behna devê xwe î genî da
bajara hildiveşînim
welatên azad saz dikim
bi şivanan re taştê dikim
û
dikenim
dikenim
dikenim
demsal tên guhertin
lokên sê serî di şerrê şûra da tên kuştin
hût tê zayîn
sînor ji atlasên bê xwedî tê paqijkirin
zarok ji komkirina kuvarka vedigerin
di himbêzên wanda bombeyên ne teqîyayî
serê lehengên nemir mist didin
paşê;
li ber derîyê zanîngeha û mekteba
sirûdên netewî tên xwendin
bi alên sê reng meş tên darxistin
ji xewnên ne baş tê xeyidandin
hevalên birîndar tên milkirin
li rûpelên lênuska
helbestên romantik tên nivîsandin
hema;
şerr naqede
şîn naqede
keçên dest hene kirî
xortên simbêl nû xudandayî
di darbestada
li ser milê zaroka
bi kenekî mirî vedigerin
bi kenekî mirî vedimirin
hawarrrrr!
satilên bêrîvana hatin qulibandin
rûspî ên hezar sali vegerîyan ji meşa Gandî
dîsa jî rehm neket dilê şerr xwazên dev bi xwîn
li ezmanê kurdistanê bûn kujêr û li ser serê me barîyan
xem nîne! stêrk hene!
ferîdun
wext: wê gavê ez pirr deyndar bûm û min di deve xweda çend kerî pez diçêrand /çavê min li rê bû, ez bawer bûm.Wê bihata guhertin ew jîn û wê ji nû ve bihata niwîsandin dîrok.Zanim ku bawerî her tişte!
Feridun UrfaKayıt Tarihi : 24.5.2012 16:58:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Sevgili dost,
Değerli üstadım.
Yüreğinize salık.
Beğeniyle okudum.
Başarının devamını diliyorum.
Dost kalemi kutlarım+10
nice güzel paylaşımlara.
Sevgi ve saygılarımla....
TÜM YORUMLAR (1)