Xem Şiiri - Abdurrahman Atabey

Abdurrahman Atabey
34

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Xem

XEM

Îro yekê îlonê
Xem di ser dilê min, dibare
Keser bûye rêya evinê
Rûpelên niviştîya sîngê min zer bûn
Dara ku min, nexşa nerîna te, têde veşart hişk bû
Demsala ku min hêviya xwe, lê girêda yî nehat
Hesreta evîna te, rêya ruhê min girt
Tu nehatî, xew di çavên min dûr ket
Xewnên min bûne parçe parçe
Nîşana xem û keseran, ketîye li ser xemz û dêman
Kevoka birîndar, perwaza min berda, çû xerîbîyê
Destê xwe yê zalim dirêj bike, li ser kezeba min
Tu hez bikî bipelixîne
Tu hez bikî agir berdê

Abdurrahman Atabey
Diyarbakır- 14.02.2012

Abdurrahman Atabey
Kayıt Tarihi : 21.12.2015 15:09:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Abdurrahman Atabey