Min re Bardaxe çay valake canê
Valake û warê pêşiya min rûnê
Dibêjin çil sale xatirê qehva fincanê
Ewna ji tema çaya kurmanca nizanin canê. 
Cem me ji xatirê qehva tirka qe tiştek nîn e
Tu ji Min ra bardaxek çaya kurmanca bîne 
Em hetanî hebin bila xatirê wê ji me ra bimîne 
Me pêştir kesek tema çaya qaçax nizane. 
Ewna jî her dizanin xatir fîncane 
Lê kesek nizane xatirê me çaydane 
Çaydanê me ser agirê kermane 
Tema çaya qaçax me peştır kesek nizane. 
Min ra bardaxek çay valake canê
Ez qehvê Naxwazim qehva fincanê 
Ser kuçikê kerma vêxe agirê çaydanê 
Tema çaya kaçax me peştır kesek nızanê. 
Tu ji mın ra bardaxe çay valake canê
Valake ji warê kêliya min  runê 
Ez şêkır Naxwazim tu ji min ra xwe  bîne 
Şekira min çavên te ne
şekira  min kenên te ne 
Şekira min  levên te ne. 
Ez Şekir Naxwazim tu ji min ra xwe  bîne 
Tu tunebî tama çay jî tune 
Weleh tema Şekir jî tune.
13 kasım 2020
Erhan Gündere 2Kayıt Tarihi : 12.2.2022 22:30:00
 
 
 
 
 Şiiri Değerlendir
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
 
 



Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!