Xatire te Ararat Şiiri - Dinçer Çankaya

Dinçer Çankaya
236

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Xatire te Ararat

Xatıréte Ararat

Negrî ji bo çûyûna min
Ka qet çîya dîgîrîn ararat
Ma tu dizane dilé min te da ma û
Min j ite ra negotibû….

Berfa kezeba min helîya û te dît
Hevalé jîyana min a kelogirî
Te dît..
Ez méré çok vedané nînim

Tu dizane ez tené mabûm
nava dost û birayén
İxanetkaran da…….
Serbilinbûna te bûbû Armanca min

Ararat mérxasé xewnén min
Ma tu dikarî zatoktÎya min pésîra xwe da
Veşérî Û hesreta welaté min bidî
XANÎ yé kal…
Weke kilamek î dilşewat

Çîyayé dînik tu bi xwedé ji min
Bîr neke
Ez jî wek te dînekÎ koçberé axa xwe me
Ji min ra kilama bişîne û min
Hembéz ke xeyalanda…

Bila séwî nemîne evîna jîyana min
Eré mala miné feleka bébext
Min çend mexber hîşt û çend
Dilé xwe
Şeva sarda û dilek şîndar da

Bé xwayî ma zimané zikmakî
Xatiré te Ararat…….

Xemdare kenén min û şabûna xwînfroşa
Qet talaşa éşén min é mérkûj nîne
Xatiréte Ararat xatiré te welat
Û xatiré te jîyana bobelat

Réwîyek dilşér û şopa sûrgûnî ya
Bedirxanan da..
Xatiréte dilo xatiréte glîdax xatiréte
Çema mûra dé
Xatiré te zaroktîya min
Sebeba kesera jîyna min

Dinçer Çankaya
Kayıt Tarihi : 27.8.2016 21:46:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Dinçer Çankaya