Jiyana min navbera alozîya heş û dil de difetise
Ez fêr nabim ku wê cîhanê çi wateyê sînga xwe de vedişêre
Her mirovekî xwe girêdayê bi tiştekî bêbingeh û bêwate
Ey! sînga mina ji çivîkên avaz xweş re stargeh û seyrangeh
Ez niha di nav tariya pirsan de wunda bûme
Her bersiv, wekî xewnekê ji destê me diçe
Dema ku her tişt diqede,
tenê li cem min bêdengî dimîne
Ew bêdengî hemû rastiyên cîhanê di nava xwe de dihewîne
Ey dilê min ê xemxur bizane be ku
Ev erdnîgarî xapandinek mezin e ji bo her kesî
Ji min re bibêje dilê xembar
Gelo ev xapînokên min û yên hemû mirovan ê li ku derê bidawî bibin.
Kayıt Tarihi : 28.2.2026 01:45:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!