Xapandin Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
108

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Xapandin


Rih bi bosta / Şaş li sera
Di xapînê / Wekî kera

Derbas dibê / Ser feqîra
Dil û kezeb / Reşê qîra

Xarna pepûk / nan û sîra
Ya wanaka / goşt û şîra

Rîya wana / ne terîqa
Gotinê wa / ne heqîqa

Karê wana / tim bertîla
Ewna dikin / fêl û hîla

Li ser gela / ewna mîrin
Gel jibona wa / bi qîrîn

Karê wana / zewq û sefa
Ne ew li / riya Mistefa

Kesê nezan / li dûv wana
Yê xwendevan / dûrî wana

Xwe kir seyyîd / Şêx û Mela
Jibo komkê / zêr û pêla

Cilê wa / yê nebîyyana
Fêlê wa / yê nemrudana

Gelek hene / rih û şaşik
Kirinê wa / Wekî dahşik

Ew dijwarê / Xwudê ne nas
Mal didê hev / bê hed qîyas

Bİ şêv û roj / a betalin
Lewra pepûk / didê xwarin

Bi Dîn lewra / di xapînin
Mejyê pepûk / di qermînin

Bi îslamê / di xapînin
Maldarîyê / bi kar tînin

Wel wî bêjê / ez seyyîdim
Duakarê / wa meyyîtim
Serqe bide / wez seyyîdim

Kanîn gelo / ewên berê
Jibo Xwudê / rîya xêrê
👉👉👉Mele Zandar Amarî
#helbest #şiir

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 19.2.2020 08:13:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Zandar Amari