Ez rêketim yar bê haye
Qet kêfa min jî tuneye
Bi rojan e xwîn dikuxim
Arîşena min nemaye
Gul, kulîlkên ser deştan e
War,wargehê her geştan e
Hêvîdar im yar bê ba min
Ew bax- baxçên bihuştan e
Pir xemgînîm ev çi hal e
Ez ça bikim? Ev zor sal e
Xezela min ji min dûr e
Ew lêv sor û xemze çal e
Derd û xemên min rê nedan
Qîr, qetran ser min de berdan
Ax jan ket nav dilê min
Gulên baxên min venedan
Kewa min, can xezala min
Çima pirsnakî rewşa min
Ez xemgîn im werê ba min
Bibe kulîlka dilê min
11.07.2014
Qers
Kayıt Tarihi : 11.7.2014 17:25:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!