Were Yarê Şiiri - Orhan Erol

Orhan Erol
7

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Were Yarê

WERE YARÊ
Were yarê serê xwe bide ser singê min
Dilê dîn û har gûhdarbike
Evîneke birîndar ti da hewaran dike
Ev bê te wek pelek weşîyayî ye
Wek bajarekî xerabeye yarê

Were çav xezalê
Enîya xwe bide enîya min
Di çavêminda carek xwe temaşeke
Ka bibîne ev dil çiqas ji te hezdike
Gava kû ev dil te dibîne
Dibe çemekî dîn û har
Dema kû te nebîne diherêke kerr û lal
Ev dil bê te axeke dim û zûha qelişîye

Were enî geverê
Serê xwe bide ser çokê min
Li wêderê rêwîyek bê qûdûm maye
Di rêya penabertîyê da westîyayî ye
Hêvîyê xwe hemu li ser sînora hîştîye
Xeyalin ji bo te di xwêrcêka xwe de veşartîye

Were yarê destê xwe bide destê min
Em vegerin welatê xwe
Dibêjin warê sîyabend û xecê
Gola wanê bê deng çîyayê sîpan
Sêwî û evîn bê mak maye yarê
Were yarê em vegerin welatê xwe

Orhan Erol
Kayıt Tarihi : 7.11.2021 20:04:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Orhan Erol