Were Şiiri - Hizan Silan

Hizan Silan
9

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Were

WERE

te
bi fermana
ba û bahozan
ez dame nasandin
beybûnên giyan
li mêrgên dil
çilmisandin
ji baskên hechecikan
xwîna penaberiyê
dipijiqe rûyê çarenûsa min
kolan digirîn
kevir diqîrin
were
di kefa mistê de
gora îxanetê
bikole
ji birîna zarokên me
bêhna şeweta barûtê tê
li goristanan
kulîlkên demsalî şîn girti ne
were
agirê dojeha kolanan
vemirî ne
jîn
di tora jiyana bêbextiyê de
dipirpitê
bi kilîta dîlitiyê
deriyê hêviyên min girtin
tirsa xewnê
bedena min radipêçê
nifiran
li tenetiya şevên xwe
dikim
bi rojê
li goristana biyaniyê
termekî mirî me
di bêçaretiya gewdê xwe de
têm guvaştin
ji henasa min
mij û dûman difûre
bîranînên zaroktiya xwe
di paşila çiyan de
vedişêrim
feryad û axînan
di aso de
dibînim
ji gewriya xwe
hevokên xwînê
vedirişim
li baxê dil
demsal û sersal qurmiçîn
te
tevna tenêtiya şev û rojan
li eniya min hunand
were
min
bi hêviyên xwe efsûn bike
birîna mofikên pişta min
bi werîsê keskesor bipêçe
stêra şadiyê
diyarî pîroziya dil bike
stûxwariya
simbilê zeviya dilê min
bi barana giyanê xwe
av de
were
bi rondikên çavên xwe
êşa qolincên jiyana min
mizde
li beyanan
bi dengê çivîkan re
xem û xeyalên min
birevîne
were

Xizan Şîlan
2006-04-12
Stockholm

Hizan Silan
Kayıt Tarihi : 15.11.2006 19:46:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Hizan Silan