Kê dibî bibe wusa were!
Çawa têyî xuyan wusa were,
Kedkar û xebatkar,
Gavan û şivan bibî jî dîsa were.
Parsek û xîzan,bêmal û bêax
Daxwazî olperest,
Daxwazî potperêz,
Daxwaxzî Mecûsî bibî jî;
Mao’îst û Lenin’îst,
Daxwazî kinç û bêkinç bibî
Were û were tu were!
An ji Kurd û Tirk,File,
Ereb û Îngîlîz,Romî bî
Lê belê tu mirov bibî vere.
Tu daxwazî Xwedênas bibî,
Tu daxwazî bûjenvan bibî,
Wek durust bibî wusa were.
Kes kesî ne mezine ne biçûke!
Kes kesî ne nizme ne jî bilinde,
Dil te paqij be wusa were.
Em naxwazin draf û pere
Em naxwazin patron û axa,
Em naxwazin mela,pîr û şêx!
Navdarî û bi navûdengî
Milk û mal ne jî piçke sûd,
Xêncî namusa jin û mêran!
Tiştê taybetî û nemeze ne başe bo me,
Tişti taybetî qe ne raste bo me,
Her tişt hevpare ye li nav pergala me de
Cîhan pêwîste,gel pêwîste,
Boy me,hemû mirov yeke bi yeke
Xêncî xiniz û qeleşan.
Kurd û Tirk,bibe an jî Ecem,
Tu were! !
Em naxwazin hesûdî,
Em naxwazin çavnabarî!
Em naxwazın şer û ceng,
Em naxwazin kuştin û tevkuştin,
Komgujî û zimanên qedeqe! !
Û netewîên şerîn kirin jî,
Bawerîya me beramberi û wekhevî,
Xwestinê me aştî,biratî û tenduristî ye
Ne al û ne jî diyar girînge li bo me.
Bo me koma gel û bîrûbawerîya gel
Û azadi û sosyalizm e!
Bo me cîhana û demekî bêşer,
Mirovatî û biratî girînge û pêwîste
Qibla me gel û mirov û mirovatî ye;
Dil ê me jî durust î û wekhevî ye,
Xwestinê me jî bextiyarî,dilgeşî û şadî ye
Rêya me jiyan û aştî û hevhatin e.
Rabe,were çi dibî bibe tu rast were!
Dest berde kevnperestî û korbawerîyî,
Dest berde li fêzî bi quretîyî
Xizan û nezan bibî jî tu wusa were,
Çi kamiranî,ez mirov im bibije,
Li wusa were.
Wusa şa be,wusa fêr be û wusa geş be,
Çi bextiyarî ez mirov im hege dibi jî wer e!
Ne Muhammed û ne Îsa û ne jî Musa,
Ne Quran û ne Încîl û ne jî Tewrat
Hezdikî tu wan bihile,bi serê xwe,
Wusa were.
Ba me Bihuşt û Dojeh jî qe tune
Bertîl,firotin û standin jî,
Ba me derew û bexşîş ji qe tune,
Ne parti,ne zav ne jî berjewendî,
Ew jî ba me tune,
Ne kevneşopî û olperestî êl û eşîr,
Mîr,beg û axa jî tune,
Em mirovin em mafê hev diparizin!
Bijî,bijî her bijî mirovatî ,
Wekhevî dibijî tu wusa were.
30.05.2007
Yildirim
Kayıt Tarihi : 24.12.2007 13:09:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!