Werdekê tû werdeka min
Tû xemla ser zozana min
Xweş dimeşî per vedikî
Kanî,çem ber gundê min
Werdekê min xweş difirî
Ezman,asîman kê digerî?
Per baskên te pir ziravin
Dil qêrîn qêrîn tû diqêrî.
Werdeka min meş dimeşî
Welat,gundan deşt digerî
Xwe bedewî can dil geşî
Wax evîndar xwe melulî
Werdeka min pir xweşikî
Û wek zarokan zar şêrinî
Welat,zozan gul menefşe
Xwe navde roj,hîv stêrkî
Wardekê war war dimeşî
Wan ezmanan war digerî
Zor xweşikî xwe bedewî
Tû Qers,Muş,çem digerî.
Wardeka min pir diwestî
Ber çemê Erez tû rawestî
Xwe şekir,şêrîn tû hingiv
Zozan,deşt,robar dixwazî
Werdeka min dor te kulîlk
Wargeh tera gol,dar,qirşik
Li warê jor ew warê jêr jî
Û ro çû ava dem bû hinik
Werdekê xwe jêr,jor difirî
Tû çi bedew xweş rindikî
Bajar,gund,deşt pir digerî
War kombûn te dişêwirîn
Werdekê jor û bejêr difirî
Tû qarîn û qajîn kê digerî
Ax limin wax wax boy te
Wax dil xemgin dil keserî
13.05.2005
Yildirim
Kayıt Tarihi : 13.5.2008 14:08:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!