Wer Nabe Şiiri - Hüseyin Aslanhan

Hüseyin Aslanhan
9

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Wer Nabe

Dil de Kurdistan
Ziman ê serdestan
Ma ka wer dibe
Wer nabe

Şev bi ax û waxî
Roj bi kêf û şahî
Ma ka wer dibe
Wer nabe

Rojek xebatek şêrtî
Mehek raketinek mexeltî
Ma ka wer dibe
Wer nabe

Cem hevala zana û şoreşker
Hember dijmin kor û ker
Ma ka wer dibe
Wer nabe

Hemû kûçik dev te dike
Tu jî dev goştê xwe bike
Ma ka wer dibe
Wer nabe

Wer nabe qurban
Wer nabe...

Hüseyin Aslanhan
Kayıt Tarihi : 30.8.2024 09:43:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!